be naz ew çawe mestanet hełêne

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  380 views
be naz ew çawe mestanet hełêne
leme zyatir qerarim lê mesêne
le her gułzareda dił tê efkirê
le ḧusin û diłberîda nîte wêne
be qurbanî qedî serut, ser û mał
le gêjawî fîraqim, dił derêne
şewî dûrî ’eceb tarîke sa bo
tilû’î subḧî wesłî ew řûte bêne
ewnde tîrî mujganit le dił dam
lîbasim tar û pûdî, ẍerqî xwêne
be her ta zułifit awêzane sed dił
meger em karebaye, dił řifêne
şikanî barî şewqit gerdinî hoş
xuda em bare çen gerdin şikêne
be qesdî dîtnî řojit le perde
ke derhatî, be ser hatim, be pê ne
le xakî ’îşqida merdane «zarîPen name»
were ẍeyrî wefa towê meçêne