herçen pařamewe lew leqleqane

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  435 views
le biray xuşewîs û řefîqî beřêz mela«ḧisîn saḧbîPerson»m nûsîwe dway le yekbiřan û cyabûnewe. ke ew çuwe bo baneLocation û «zarî» le «ḧesen selaran» ebê. segêkyan ebê nawî enên xanim, leqleqîş hêlaneyan le serbanî ḧucrekeyan ebê. «zarî»
herçen pařamewe lew leqleqane
neyandamê peřê ew eḧmeqane
xecił mawim ne espê hes, ne kewşê
be pêxawis meger min bême bane
çi ’umrêke ke dêt û řa’ebûrê
bełê mawim, welê manim nemane
le dûrî to min û «xanim» şew û řoj
qirûske û nûře daym pîşemane
le ber qûřey ew û nûřey emin şew
keřakey «ka’elî» hem piř le jane
be giryano witim ey mame leqleq
şehenşahî hemû teyrî zemane
demêke bê xeber mawîn ême
le ḧałî ew řefîqe mîhrebane
be şabałit bide adey tekanê
le batî min hewałêkî bizane
denûkêkî teqan û hate ser laq
be fîzêko witî meḧzî behane
desim naga biçim, kabanekem çun
le kiřdaye xerîkî hêlkekane
ke ew namerde destî na le řûmo
witim ey «xanim» ey sipłey zemane
eto azatrî bo řêge řoyîn
biço heste be teklîfî mezane
witî axir bełed nîm û be tenha
detirsim gurg bimxiwa lew çemane
witim laço berełła tif le yarît
be karî çî dî her çawit le nane
nebû bênê kesê bo to peyamê
ne min hatim, ne gewcê lew dwane
xerîkî şîwenîn êstake hersê
seday emin û teqe û nûřey ewane
mweffeq bît û serkewtû hemîşe
siłamet bî le asîbî zemane
gile nakey yeqîn řoḧî řewanim
le «zarîPen name» xademî asanetane