wa le botey dûrîya birjawe dił hawar eka

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  444 views
wa le botey dûrîya birjawe dił hawar eka
tînuwe daway camê şerbetî dîdar eka
tînwanî deştî bê awî cyayî dête bîr
saqî wextê awedêrî sebzeyî kuhsar eka
ya îlahî to bikey yadim be diłya ka ’ubûr
ew demey seyrî wenewşe û nergisî gułzar eka
xakî řêgakey be surmey dîde axir bo nekem
dîde çon lew gerdî řêge kesbî sed enwar eka
çon ebê danim le řêgaya serim bo berdebaz
ew ke wa dûrî le kelley bogenî piřjar eka
pêçewane řoyîwim xakim be ser mûy sipî
boye bangî bê dwawe carê ne sed car eka
em byabanî benî ye’qûbe min têkewtûm
bê «kilîm alilhArabic» řêgey çûne der dişwar eka
bê yedî beyza le zîndanî esaret derpeřîn
muşkiłe kwa ew desey wa bendyan řizgar eka
lem gêjaweyda weha gîrim eger yarê nebê
mewcî bê samanî barim ẍerqî derya bar eka
êjin ew desey ke eyîwbî le mîḧnet da necat
çaweřê be her ewe çarey hemû zexmar eka
ewdesey wa girtuwe«zarîPen name» berî nada heta
qafłey řoḧî le wêraney leşîda bar eka