derdî dûrî kuştimî yařeb dewayê bo nehat?

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  916 views
derdî dûrî kuştimî yařeb dewayê bo nehat?
suḧbetî bêgane takey aşnayê bo nehat
serfî řêgey bêwefayî bû xezêney zîndegîm
koçî axrwexte bê saḧîb wefayê bo nehat
ẍerqî lafawî ẍem û xinkawî gêjawî bełam
wa le řêda sed girê, muşkułguşayê bo nehat
cerde bo tarac dîsano le řas û çep xuda
bo necatî karwanim řehnumayê bo nehat
way bo keştî şikawî quř beser lem beḧreda
naxuda komek ke naka baxudayê bo nehat
bo ewey em řêge řase gum nekem ta deçme şar
lem şewî tarîkeda şewqî çirayê bo nehat
zexmî dił êşî girane sebrî eyyûbî dewê
bo diłî bê sebirim ey«zarîPen name»şifayê bo nehat