şînname bo xwalêxoşbû «’ebdułła lutfî»

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 3 minutes  513 views
şînname bo xwalêxoşbû «’ibdalilh litfîPerson» ke le řojî 1974/10/6 koçî dwayîy kird...
dengê berz bû le ’erşî yezdan
hênde besoz bû cergî esûtan
dengêke wa bû betîn û berzî
’erş û zemînî letaw elerzî
xakî ’êraqî hênaye xiroş
derya û byaban giştî hate coş
ew denge eyut: ey ehlî zemîn
ezanin ke çî řûy dawe le jîn?
ezanin axo ke çî qewmawe?‏
daykî zemane cergî sûtawe!
řołey benerx û berz û taq û ferd
«’ebdułła lutfî», koçî dwayî kird
ew merde take belutif û çake
hawtay her nebû leser em xake
bo kesukarî bawik û bira bû
bo tarîkîy jîn şu’ley çira bû
bo ehlî wiłat le ’areb û kurd
bê ferq û cuda xizmetî ekird
le bexşayşa wêney ḧetem bû
qaremanêkî ’etif û kerem bû
le řûxoşîya gułî behar bû
wek řojî hawîn daym dyar bû
daxî giranim boçî weha zû
bê deng û wirte le dinya derçû
êmey hejarî xiste deryay şîn
bûyne hawřazî nałîn û girîn
xêzan û xuşk û hemû kesukar
be coş û xiroş eken nałey zar
herçîy bo bikirê hêşta her keme
nakese ewey bo ew bê ẍeme
min ke xizmêkî dûr û hejarim
le gêjawî ẍem boy bêqerarim
zor ḧezim ekird ke min bûmaye
le cêy ew gyanim fîda kirdaye
çunke manî ew xêr û řeḧmet bû
laberî hezar kosp û zeḧmet bû
înca minêkî bê saye û maye
ke le dinyada çîm le dest naye
be kełkî çî dê man û jyanim
bo xom û kesim zyan û janim
bełam ew merde eger bimaye
bo xom û kesim ebû be saye
bo bira û xuşk û xizman û xêzan
le dway to neman çatre le man
beharî şadît lê bû be xezan
to wa eçîte baregay řeḧman
zor beserberzî bê sam û tirsan
beheşte cêget bê şik bê guman
legeł komełî çakan û pakan
ke dête yadim nukte xoşekan
şî’ir û çîrok û witarî cwan
tik tik eřêjim firmêskî giryan
derûn û diłim ebê be burkan
dił be kê xoş kem îtir le cîhan
kê le dûy êwe bête piştîwan
řeḧmet le gořit zor bêpayan
. . . . . . . . . .Missing
hetakû mawe zemîn û zeman