diłî genc

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  524 views
gwê nademe zorîy temen
ya çerx û dewranî zemen
wek gencî bêřencî weten
min eçme naw baẍ û çemen
dił genc û lawe mey exom
bê deng û dû bê wey exom
ger êste neyxom key exom
ba xełkî zuřna lê biden
pîrî ḧerîfî jîrîye
nek hawdemî diłgîrîye
ta şadî hoy kembîrîye
bakim nîye baweř naken
wa piř buwe perdaxekem
ey dem be ba min daxekem
. . . . . . . . . .Missing
xizmîne tanem lê meden
pîrêkî jîrî diłteřim
bo jînî şadî řaberim
boç pêm ełên axirşeřim
besye qisey naḧeq meken
yezdanî gewre bexşere
çake û xirape ta sere
barî şeqawet labere
qet bê’umêdî naw meben