kîjî cwan

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  433 views
kîj ke cwan bê temaşa ekirê
ger naşrîn bê lêy ḧaşa ekirê
ger kîj řûxoş û dembexende bê
maçî ser gonay lê tika ekirê
ger le xêzanî benirx û berze
’erşî diłdarîy pê řewa ekirê
eger zîrek û jîr û zana bê
bo beheştî jîn be tema ekirê
ger hunermend û sozî şîrîn bê
hezaran gyanî be fîda ekirê
kîjî cwan eger xêzan hejare
bo hawserêtî zû dawa ekirê
ke gułî baxî cwanêtîy jaka
zû bedaxewe beřełła ekirê
lem kurdistane cwaney êmeda
hezaran hezar karî wa ekirê
cwan ke bedxû bê yan şeřfiroş bê
herdem le destî sikała ekirê
xwazbênîkerî esłemêtewe
qet biřwa meke diłnya ekirê