be ba çû
From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
1 minutes
663 views
hemû erkî jyanî min be ba çû
ke ew diłdare cwane lêre laçû
hîway dîdarî řuxsarî gułim bû
biřîy yekser hîwakem bo hewa çû
umêdim bû ke tûşim bê le gułşen
keçî wityan «nîgar» bo neynewa çû
hemû xermanî amancim be carê
ke katê şen kira giştî be ka çû
diłim bendey ewînî řûy nîgare
keçî emřo be derdî nařewa çû