demew beyanî

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  731 views
çuweme lay nîgar demew beyanî
naḧez nûstibû hîç pêy nezanî
lêwim zû xiste ser kułim û lêwî
zor cwan emmijî bekameranî
destekey řastim xiste ser destî
destî çepîşim bo ser memanî
nîgar qedeẍey hîç lê nekirdim
zerdexeney bû zor becwanî
fermûy behêwaş bicûłêrewe
eger şarezay le baxewanî
azarim nedey gelê benermî
bijî le baxa beşadmanî
maçî bêşłipe û wirtey diłdarî
pîşem bû lemem başim ezanî
heta xor hełat le beheşta bûm
bê tirs û pirs û bê perêşanî
řûy neda lêman karî nadrust
le diłma hebû tirsî yezdanî
diłdarî le dway karî nalebar
naymênê bêcge le peşîmanî