yekîk le derdekanî komeł

(qisey berdergay jinan)
From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 4 minutes  595 views
derdî komeł gelê zore
hezar řeng û hezar core
ke wa bûne hoy dwakewtin
le xerabey ẍema xewtin
bûne hoy azar û birîn
ya bûne jan bo gyan û jîn
em derdane beyan bikirê
ebê çil kitêb binûsrê
înca yekê lem derdane
qisey berdergay jinane
wa kemêk lem derde edûm
herçend zor tewaw boy neçûm
kuřgel gwê bigirin lem base
basî komełî kesase
lêdwan le nîwey gele
wa eynûsim bebê pele
çend jinêkî serey geřek
leber małî «pûre melek»
hemû lewê řa’ewestin
çend satê komeł ebestin
ekewne basî em û ew
çîyan bîstuwe řoj û şew
heryek lemane eyewê
xoy le qiseda pêş kewê
«hemîn» ke wa çawî dêşê
bo komeł xoy řa’ekêşê
ełê: daykim, seyre dinya?
her min nîm kes be tenya
«’ase»y ḧeme dwênê le mał
gemaroy dawe yek gemał
hêndey gest û azarî da
ta xak beser hoşî nema
birdyane xestexane
weha lewê xistûyane
înca «fatim» hełî daye
witî «hemîn» îş key waye?
baramî mêrdî lêy dawe
be kutek gyanî kutawe
gwaye «qaz»y firoştiwe
parekeyşî lêy gum buwe
hezar xêrî way le řê bê
ba her xestexaney cê bê
înca «gułnazî» bêwejin
yexedaçekawî çiłkin
witî: xuşkîne gwê bigirin
bêdeng bin û qisem mebiřn
«selme»y jinî «xile»y bawe
hejarey bawanşêwawe
şewî heynî tełaq dira
le ḧał û małî derkira...
kes nazanê leser çîye
bexwa hîç gunahî nîye
mareyîy heşta misqałe
heqî nefeqey dû sałe
«řeḧme» xan witî: bequrban
hîç nazanî toy besezman
ew çetîwe nawecaxe
diłim le destî bedaxe
řojêk lenaw jûrî ḧemam
sed cinêwî sûkî pê dam
cwabim neda, gwêm nedaye
witim: ḧeq sênî min xwaye
jinêkî zor demewere
hemîşe amadey şeře
ça bû şukir xwa pêy nwan
řoyştewe berew bawan
«pûre melek» witî: kiçê
xiley bawe bo kwê eçê?
bexwa birakanî sele
bêdeng nabin lem mesele
duçarî azarî eken
zor bexêra çarî eken
«bacî xatûn»y lifkeçin
witî: başe bo kwê eçin
eger biden le şeqqey bał
bifiřn wekû leqleq û dał
zû peř û bałyan eşkênin
de qat heqyan lê esênin
singî daye pêşê «ḧelaw»
witî: wa deng buwe biław
řûnakî kiçî mam şerîf
dawyane be se’ey letîf
ew kiçe cwan û nazdare
gelêk bedbext û hejare
layeq nîye bew hetîwe
ew bênirxî hîçnedîwe
lem qise tûře bû «semen»
witî: şermêk le xwa biken
se’e lawêkî boşnaxe
sed kiç diłî boy bedaxe
bawkîşî sermayedare
xawenî koşk û telare
pêm biłê mam şerîf çîye
kabrayekî pîneçîye
«řûnakîş» zor cwan nîye
îşker û xanuman nîye
nawî xełqî xirap meken
tîrî tane le kes meden
«bacî xecê» witî: xuşkê
çawim kwêr bê destim bişkê
dwênî lay bangî nîweřo
qaley biram le tancero
tûşî dû kabray diz bû
leber destyan lał û kiz bû
herçîy pê bû pare û se’at
lêyan send û ewîş heł hat
witî: newek bişmikujin
çunke diz zor îmansizin
małî dinya nirxî nîye
ser bimênê pare çîye
îtir bem core qisane
hem bem lome hem be tane
wext û se’at beser eben
baraş le hezar aş eken
bełam aşêk namałnewe
řazî kesîş naşarnewe
emeş derdêkî komełe
ke tûşî buwe em gele
her be şu’ley xwêndewarî
em derdane ekirê çarî