mawe?

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  588 views
kesêkî řast û hêmin bê lenaw em xake germawe
gumanî tya nîye wek hejar û derberder mawe
kesê wa xwa binasê zor be ayîn bê gelê şaze
eger mabê le kuncêka ewîş bêderdîser mawe
ewey wîjdanperist û sax û pake wa lenaw gořa
le dûy ew yek-dû řołey řûtełey bê bał û peř mawe
ewey xełqî leser xwanî bekomeł têr ebûn êsta
le birsana serî dêşê ke muḧtace be bermawe
ewey caran ke wa bergî hemû awrîşim û etłes bû
leber řûtî perêşane be des azarî sermawe
hemû şit pêçewaney arezûy toye biray jîrim
ewey wirya bû ya jîr bû le dinya bê xeber mawe