xa’înî hemîşeyî

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  565 views
çon xa’înî pîs pak ebêtewe
diłî bo wiłat çak ebêtewe
xwênî napakî eřwa be leşya
heta teslîmî xak ebêtewe
wek dałî kerxor le deşt û dera
meylî her bo lay lak ebêtewe
coş û xiroşî merdî win eka
le komełî pak tak ebêtewe
bênirxe lelay namûs û ḧeya
bo bedřewştî mak ebêtewe