katê ebînim

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  605 views
katê ebînim dinya hêmne
weha ezanim dinya hî mine
řojê ebînim dinya ałoze
diłim wek hêłek hemûy kun kune
ke wa ebînim hendê genc û law
zułf û kakoł û bergî wek jine
min le ’astî xom şermezar ebim
ełêm lem jîne çatir mirdine