çend wişeyekî pîwîst

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 2 minutes  691 views

benawî xway gewre û mîhrebanewe

le dîwanî «çepkê guł û xunçeNamed-Entity»da zor bekurtî basî jyanî xom kirduwe, înca be pêwistî ezanim lem dîwaneşa ew base dûbare binûsmewe.

çunke jyanî min we beserhatî hemû řojanî temenim ewende giring nîye ke leser jyanî xom zor be dûr û dirêjî bidwêm, herçende hendêk karesat dûçarim buwe bûn be hoy guřanêk lejyanmida. eweşim be pêwîst nebînî ke basî bikem û lêy bidûm. em dîwane ke naw nirawe «berhemî xawên» birîtîye lepênc «biřge».

biřgey yekem: beşî nîştimanî «witnîArabic» we komełayetî «actima’îArabic»ye.

biřgey duwem: beşî diłdarîye.

biřgey sêhem: beşî şînname «mirsye»e.

biřgey çwarem: beşî hemeřeng wata «mitnu’atArabic»e.

biřgey pêncem: beşî çwarxiştekî wata «riba’yatArabic»e.

ke be yarîdey biraderî beřêz kak eḧmed ḧisên eḧmedPerson zor be řêkupêkî nusrawetewe û řêk xirawe; supasî ekem.

le dwa witara tika le hemû bira û xuşke hawwilatîyekanim ekem ke le kemukuřîy şî’rekanim ba çaw bipoşin, we be lêdawnêkî xawên we dûr le kîne û herzebêjî lêy bikołnewe. eweş şitêkî aşkira we biřwapêkirawe ke hîç mirovêk be dûr nîye lekemukuřî, çe le nûsînda we çe le şî’ir û edebda we çe le řewştî şexsîda.

em tikayem zortir le kesanêke le řêbazî jyanda řast û řewan eřon we dûrin le natewawî û kîne û herzebêjî. bełam em tikayem lew kesane nîye ke le jyanda pîşeyan her eweye ke be řêbazî řast û řewan nařon; hemîşe be sipî ełên řeş we be řeş ełên sipî.