perîpeyker

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  294 views
ew yare ke wek perîpeyker bû
emřo be lama hat û têpeřbû
neypirsî axo boçî westawim
le ḧałî tałî min bêxeber bû
le dił koçî kird hîway diłşadî
koşkî awatim jêre û zeber bû
lem jyanema heta em deme
beşim le dinya her derdîser bû
ewey ke sûta lenaw derûna
gwêm le qirçey bû bendî ciger bû
boçîme îtir em gyane peste
firîştey xoşîm ke derbeder bû