payzî jîn

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  289 views
le axir mangî payzî jîna
xinkawe şadîm le gomî şîna
be kizebayek gyanim elerzê
bûme pepûley deştekey sîna
le goşey yaney teng û tarîka
kewtûm be wêney kwêrî nabîna
le dengî melêk gelêk bêzarim
bûm be aşna legeł girîna
xorakim xeme badem taławe
hîwam biřawe leser zemîna
kesan hawdeman le min terîkin
bo tawan le min kewtûn be qîna
hîç nîye diłî min bikatewe
ne şoxî gułřû ne gułî mîna
dirextî umêd sîs û wişk bû
gełay xerîke be hełwerîna
be lawî swarî keştîy jyan bûm
êsta kemtînim le dabezîna