cenaba nameket hat û geyşte des minî bê kes
nameyek
From the Book:
Paşmergey Qani’
By:
Qani (1898-1965)
1 minutes
1307 views
cenaba! nameket hat û geyşte des minî bê kes
minit dana be kurdêkî hejar û bê kes û bê des
eger çî to enûsî, aşewanî fexre lam qurban
ke çon eş’arî piř mana û, kelamî gewherînim hes
eto saman û parey zor û koşkî berz û řengawřeng
minîş bê qewm û bê ’eşret, qesîdey agirînim hes
eto miłk û sware û çek, heta xot mawî her mawî
minîş bo kurd dił û cerg û derûnêkî ḧezînim hes
eto xincêr û şimşêr û řim û nêzet le meydane
minîş hełbestî piř mana û pendî merhemînim hes
hemû samanî dinya pêşkeşî to bê wecax kwêrî
minîş şabeytî awdar û hezaran aferînim hes
ke to mirdî be yekcarî ebîte miştê xak û xoł
minîş dway mirdinim înca, bizane dewrî jînim hes
eto nazit be şestîr û çek û dînar û baxate
minîş nazim be kurdane û be kurd biřway metînim hes