temay dû maç

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  396 views
temay dû maçî dû çawî bełekme
le ew yare ke hawmałî geřekme
witî yasaẍe maçî min witim min
gerekme řoḧekem bexwa gerekme
witî laço hetîwe bêḧeyaye
kes û kar û bira giştî letekme
witim boçî řeqîb her wek seg le dûte
witî koyley wefay nan û nimekme
witim lem çerxe kê serdarî toye
witî yezdane taqane serekme
witim bîrit heye wadet be min da
witî key bîrî sałî şest û yekme
witim emřo zemawende le gułşen
witî zor meylî çopî û řeşbełekme
witim layeq be toye xişłî ełmas
witî bo gerdin û pence û meçekme
witim axo be çî pêkabê diłî min
witî birjang û ebro û tîr wiçekme
witim řeḧmêk be ḧałî min ke fermûy
umêdî wergeřanêkî felekme
witim řoyîm be me’yûsî le latan
witî bo to du’ay «alilh mi’kArabic» me