le xwa exwazim

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  295 views
egerçî ew yare min beser neka
ẍemî çend sałem le dił derneka
le xwa exwazim ewîş wekû min
bergî diłşadî qet le bîr neka
ger be lay mina la nekatewe
gyanî le azar bê eser neka
le tendirustî ewîş bêbeş bê
le çawey xoşî lêwî teř neka
na na ey xwa hîç derd û řencê
diłdarekey min mukedder neka
min gyan û řoḧim bêt be qurbanî
herçende minîş ke beser neka