diłî min bû

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  361 views
le řabirdûyekî dûra
ke dinya mat û hêmin bû
le serma lenaw jûra
ewey cûła diłî min bû
***
ke hewrî řeş birûskey da
le asmanî temawîda
diłî min kewte ser xulya
le çwarçêwey şikawîda
***
le katî payzî jîna
ke emřoye wekû caran
diłim mawe le yek tîna
nîye bakim le ba û baran