çerx

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  1388 views
cana gile meke, esła le çerxî bed mecaz
çen ’aqłanî zemanî, hênaye gîr û gaz
qanûnî çerx û řesmî zemane weha bû
cahîl be kam û şado, edîban be ah û řaz
mesned be destî ḧeqqe, hemû îşê her bewe
bîka be şêtî kêwî weyan jîrê wek eyaz
ferhadî nabekam enêrête bêstûn
xesrew le miłk û mał, epoşê keway naz
çen aługorî kird, be silêman û ehrîmen
terwîc eda be şem’ û be perwane soz û saz
qabil nîye hergîz be huner nanê des kewê
naka le deştî cehil fetaway çiłî pyaz
qani’Pen name meta’î małî ke hemû şî’ir û nuktetye
mer quř bipêwê kake, le birîtî demax û naz