zend

From the Book:
Deştî Germyan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  1941 views

zend hozêkî kurdin zor car berz û zor carîş nizim bûnetewe, le dewrey kerîm xanî zendPersony benawbanga em hoze hênde berz bûnewe xeyałî dagîrkirdinî textî êranyan kird. le pêşda herçî hozêk nizîkyan bû çe kurd çe fars hênayane jêr destî xoyan le paşan kerîm xan legeł aẍa miḧemedî qacarPerson be şeř hatin we le mabeynî hozî qacar ke padşay êranLocation bûn we hozî zend şeřêkî dirêj û zor germ kira le sirwey ber beyana be dirêjî nûsrawe inşa’ełła exrête pêş çaw. dwayî zendekan serkewtin û sełtenetî qacaryan têk da. kerîm xan ke serokî tîrey zend bû çuwe ser text hemû xakî êranî xiste jêr destî xoy, kerîm xan pyawêkî xû û řewişt pak û hejar perwer buwe zor tê koşawe bo asayşî millet û xwêndin berz kirdinewe le êranda. naw xoy na «wekîlulře’ayaNamed-Entity», hîç naşîrînîyek le le kirdewey em pyaweda nebû, eme nebê her wek selaḧedînî eyûbîPerson le kurdistana cêge destî xoy dyarî nekirduwe û paytextî xoy le kurdistana da nena, êste mêjûnûsekanî êran silsiley zendî be yekê le silsiley padşahanî êranî ejmêrin.