metełim pîtî ḧewte û asane

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  319 views
metełim pîtî ḧewte û asane
geşe û bon xoşe û be řeng zor cwane
yek û dwan û sê sercemî zorî
pênc û şeş û ḧewt mełbendî zorî
yek û çwar û dû legeł sêyemîn
edrê, be şana çermêke peşmîn
ḧewt û şeş û sê leser kułmî ał
wek daxî peřey guł dête xeyał
bizane çîye metełî behar
ba aferînit biken hezar car