metełî şeş pît le deştî bepît
From the Book:
            Dîwanî Goran
        By:
                Goran (1904-1962)
        
             1 minutes
             1202 views
        
        
    metełî şeş pît le deştî bepît
girde û minarey řawestawî qît
pîtî yek û dû û sêyem û şeşem
řûy kirde nizmî naw ebrê be tem
çwarem û pêncem sêy biçête ser
ta nekirêtewe deng nayete der
yekem û pêncem legeł şeş û sê
gułe û le dêm û le beraw eřwê
ke çûyte şarî dêrînî meteł
le genim piř ke gîrfan û baxeł