marî dirêj û barîk

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  535 views
marî dirêj û barîk
serî le kunî tarîk
der’ehênê û be ziman
hêł exate řûy meydan
řûy meydanî befrîne
hêł yan sûre, yan şîne!
her hêłê temaşakey
çîy kêłabêt têy egey!
em marî sik piř awe
ax etzanî çîy nawe!