bit

le farsî wergîrawe
From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  411 views
- kê şikanî serî bit?
- serî bit ême şikanman ême!
- çwarpelî espekeyî kê pey kird?
- êmeyî das bedest bûyn, ême!
- wirgî bit kê bû diřîy?
- nedřawe, sikî bit
nedřawe!
- kê dîy?
bidře ey destî behêzî hawřê:
řêy sibeynêy mezin
bidře řûpoşî fesałî bitî şûm
ta bibînîn ke leser nawçawî
nawî kê nûsrawe?
nawî ew pyawkuje wa «azer» û «tîr»
xwênî gelmanî řijan...
nawî serkirdeyî hêzêk: yankî
tya serî gewreyî serkirde keyn,
nawî ew xêwe ke aramî nîye,
řoj û şew hawserî bîrî sefere!
bidře řûpoşî fiřufêłî fesał,
bidře ey destî behêzî hawřê!
ta bixiwênînewe gişt
ta bikołînewe gişt
ke le jêr perdeyî fêła çi kese?
kes nîye, gerçî le lay ême kese!
kêye? zeḧḧakPersony zeman,
diz û cerdey saman?!
bidře perdey fiřu fêłî ser řûy
bidře ey destî behêzî hawřê!
ba tewaw derbikewê,
ser û gwêlak û fesałî dêwî,
toyş nepirsî demî hełhatnî řoj,
be ziman xełqewe gişt,
wirgî bit kê bû diřîy?
kê bitî kuşt?