dastanî heyasî û kake ’abîdîn

mesnewîy syasî
From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 4 minutes  500 views
«’îşqî» şa’îrêkî behredar û nîştimanperwerî êranLocation bû, le tazekirdinewey şî’ir û edebî êranda destêkî berzî bû, betaybetî hełbeste syasîyekanî ewende geznide û karîger bû karbedestanî serdem boyan qût ne’edra, be řadeyek ke şahenşahî pêşû řezaşay pehlewîPerson kełekêkî nihênîy řêk xist bo kuştinî û le temenî 31 sałîda kujra. ’îşqî kullîyatî şî’ir û pexşanî çapkirawî le seraserî êranda biřewêkî nemrî heye, bem boneyewe bê cê nîye bixeynewe bîr ke ew goranîyey be hawkarîy xwalêxoşbû meḧmûd cewdetPerson û şa’îrî teř û paraw «m. nurî»y silêmanîLocation pêkhat:
«ewladî weten, ême kewa mîlletî kurdîn»
awazekey leser parçeyek le operay «ristaxîz şihryaran ayranPersian» danrawe ke hî xawendî tercume ’îşqîye. parçeke emeye:
dîşb kih mira wizi’ witin dir nizir amdPersian
dîdim kih zinî ba kifin az qibir dir amdPersian
tad...
em hełbestey lay xwarewe wêneyeke le şî’re syasîyekanî ’îşqî, be hendêk deskarî û bwardinî hendê naw û karesat ke peywendî be wiłatî êmewe nîye, kirdiman be kurdî, hîwaman waye cêgay kełk û pend bê bo hawnîştimane xoşewîstekanman:
le kurdistana, le qasim awa
kake ’abîdîn nawêk bû kwêxa,
pyawêk bû, dił û derûnî pak bû
legeł gişt kesî nawdêda çak bû
yek jûrî hebû derga şeq û şiř
legeł yek kûpey le doşaw piř piř
kabrayekî diz be naw heyasî
dê gişt bêzar bû le deng û basî
dirawsêy kwêxay xawen doşaw bû
bo dizîy doşaw kemerbesraw bû
herçend ’abîdîn le mał der’eçû
ew xoy be kûpe egeyan zû zû
doşaw heł’equřa be çing û kewiçk
eřjaye ber pê çořçoř û tik tik!
ta řojêk kwêxa, řwanîye doşaw
le çaw carana kem hate ber çaw
dî: şwên pê leser doşawî řijaw
çuwe ta małî heyasîy bednaw
bangî kird erê biray heyasî!
nabê to nextê xuda binasî?
berî řencim bû kûpey doşawim
bizanim řenicit boç be ba dawim?
heyasî nyazî řêgay ḧaşay bû
bełam ’abîdîn berperçî da zû
witî: biřwane bo zewî û şwên pêt
kêye diz: dyare, tenanet lay şêt
heyasî ke dîy bê sûde înkar
řêy pařanewey girte ber naçar
witî: emcarem bibexşe, swên bê
îtir nenême ewdîw małit pê
kake ’abîdîn, kwêxay dił bêgerd
bûrd le gunahî heyasîy namerd
lepaş çend řojêk news û çiłêsî
heyasîy han da bo kûpelêsî
geřa bo fêłêk hem swên neşkênê
hem kûpey doşaw le bin derbênê
kerêkî hêna swarî piştî bû
bo xizmet kûpey doşaw awa çû
beser swarîwe xoy dirêj kêşa
doşawî noş kird ta wirgî êşa
dwayî ke kake geřayewe mał
dîy pîre kûpey betał û ḧetał
ke sirincî da mayey waq wiřman
şwên sim dyar bû, nek şwên pêy însan
serî bird, nawî kûpey řwanî
şeqłî pencey dî, hîy kêyş bû? zanîy!
be sersûřmawî řêgay dûrî girt
hełî ekêşa henase û eyut:
ker bê diz, pencey le kwê heye ker?
heyasî simî kwa, diz bê eger
pence: pencey ew, şwên pê: şwên pêy ker
be kê biłêm diz? hey xakim be ser?!
***
lem sergiruşte nyazim pende
bo neteweyek gîrodey bende
zordar byewê, şwên pê bika gum
pê topeł eka û lêt eka be sim
madem xawendî kûpey doşawî
lêt natrûkênê heyasî çawî
heyasîy ême, ey dostî gyanî!
«con poł»e ebê zor baş bizanî
her ewe swarî kerî nawxoye
ker tawan eka, bełam ew hoye
her ewe lêman bote heyasî
kil le çaw edzê be dîplomasî
be řwałet bê, kergelî xoman
ber bûne gyanî daykî nîştiman
bełam ker cûte nahawê, kersiwar
sûjin le milî neda car û bar