demî řapeřîne

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  2669 views
demî řapeřîne, demî řapeřîn!
hetakey be sistî û be pestî bijîn?
pelamar de, ey kurd, ’ereq řiştinê!
le dił kirmî nakokî derkirdinê!
be yekbûne gişt:
pitewbûnî pişt!
be yekbûn ebê:
gelit pêş kewê!
 
demî řapeřîne, demî řapeřîn!
hetakey be sistî û be pestî bijîn?
be lada bike çakî merdayetî,
dirêẍî meke gyan le kurdayetî,
bigirmêne wek şêr, biço nawî berd,
biłê: kwa heqî jînî însanî merd?
dirişt takû wird,
nekeyn dest û bird,
be heq çon egeyn?
pişû çon edeyn?
demî řapeřîne, demî řapeřîn!
hetakey be sistî û be pestî bijîn?