dengî mirdû

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 2 minutes  877 views
lîstey hełbijardin, le zor şwên, jimareyekî nek kem, nawî mirdûy legořa řizîwî tya bû... agadarbûn lem nawane bû be hoy dananî em hełbeste.
nwênerî hełbijardem!
herçen mirdûy yek dû sedem
bepêy lîstey mîrî û muxtar
wek tûtî hatûme guftar,
xot û hawřêt heł’ebjêrim
bo parlemantan enêrim...
madam minim hełbijêrtan,
hoy mangane û xêr û bêrtan,
êweş nwênerî ça bin
kut û mit çeşnî xom wa bin!
nałêm: mexon, çiş le xwardin,
çiş le wirgîş petî kirdin
bełam, zînhar, parlemantan
bête çeşnî gořistantan!
berd bête go, êwe wis bin,
dûrin le yek: mirdû û witin!
dwayî mebzûn, be mû çîye?
cûłan bełgey jyawîye!
le řûnakî berçaw řeş ken,
gwêtan le bîstin bêbeş ken,
asotan teng bê wek gořim,
hîç megořn, wek nagořim!
ta dinya kon bê her wek xoy,
heway taze hełneka boy!
dezgatan wek êsk řizîw bê,
wiłattan giłkoy tepîw bê,
řozî û řizqî be ser zîndûy
zyatir nebê le hî mirdûy...
dwayî: řastîy bê zimanîm,
der’exa kurdî nezanîm,
leber ewe: kurd nîm, neken
demtan le ḧeq bo kurd biden!
bergim nawê, herzanîy cil
bo gel hergîz negirne mil!
bełam kifnî zor dawaken,
gořistan poşte û awa ken!
bo tabût û bo tateşor
westay huner terxan ken zor!
tełqîn xwêndin îcbarî bê!
goř hełkendin mî’marî bê!
ḧełway sê řojgane lênan
be kiç fêr ken, nek çêşt û nan!
bełam, ey hełbijardey min!
dest nedene destî duşmin!
herçen kon û kon peristim,
le napakî kirdin pestim
pêm şerme wiłat bifroşin,
yan bo dezgay şeř têkoşin!
çunke nwênerî minin,
layengirî řêy mirdinin,
wa ezanin hełbijarden
bo ewey mîllet be qiř den!
diłnya bin ke destixeřon,
le encama her řenceřon!
řojêk ebê gořbegoř bin
xwaş xoş nebê lêtan wek min
minîş kirdey nwênerim,
xirapekey dête berim,
ebînim řojêk le řojan:
dinya bû be agirbaran!
bomba gořî hełtekanim
ba birdî gerdî êsqanim!!
ewsa wek zîndû tê egem:
çi şûmêk bû hełbijardem?!