qurban meḧałe pêkewe bin sebir û îştyaq

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  5961 views
qurban meḧałe pêkewe bin sebir û îştyaq
xarîc le nessî ayeye teklîfî la yitaqArabic
me’nayî nûr û zułmet û neşrî ḧeyat û mewt
bû, řû û zułf û řojî wîsal û şewî fîraq
îzharî îddî’ayî tesebbur le wesłî to
ya mekire, ya desîseye, ya kîzbe, ya nîfaq
bo to ke bîkir û taze, wekû ḧorîy cennetî
qeydî çîye ’ecûzeyî dunya bidem tełaq?!
şîrînî û, le tałî û tirşî ’îtabî řût,
xałit leser cebîn buwete daneyî simaq
sofî le feqir û faqe wekû faqe faqî da
tesbêḧî dam û daneye, řîşî dû faqî faq
ey mîhrî mîhreban were ser bamî bamîdad
da mehřuwan bibin be hîlalî şewî mîḧaq
nalîPen name ke sedrî mesnedî temkînî tekye bû
bo to buwe be derbederî kûçe û suqaq