qani’ lasayî ekatewe

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  532 views
kurdîne řojî şadîye hemû de bêne hatuçû
wa derdî dił şukur nema şadî biken bezûbezû
çûn şadîn le xoşî dił wek coşî menceł bêne kuł
zuřna be ’a’a’a’e’a, dehuł be bo bebo bebo
neş’e bixate dił hemû ḧeywanî mał û deşt û der
bizin be babababeba, pepû be pupepupepû
pasarî bête cîke cîk, qaław be qa qa qa qe qa
mamir be qirte qirte qirit, cûcke be cû cû cû cû cû
minał be piş piş piş piş û gurbe myaw myaw myaw myaw
kuř gel be çix çix çix û segel be ḧû ḧûḧû ḧû ḧû
hełperê ker be tep tep û şimşał be haje haje haj
goranî wêj be wey wey wey, ser? çopî be hû hû hû
defîş be pewpew pew pepe û tasîş be ziř ziř ziř ziřû
demançe teq teq teq teq û tifeng be tû tû tû tû tû
espî sware ḧî ḧî ḧî, hêstir be luşe luşe luş
kotir be gum gum gum gum û kełebab be ’û ’û’û ’û
meřo meřo meřo biłêyn kuřan be kîjî nazenîyn
laço laço laço biłêyn kiçan beşerim û abřû
sware be zirme zirme zirim, minał be qîje qîje qîj
’ûdîş be dî dî dî dî dî, xoşî xate dił hemû
pyan qu be, din din din din û kemançe be, cî cî cî cî cî
şawir be fiř fiřfiřu fiřu, boqîş be qû qû qû qû qû
leq leq be leq leq leq leq û hê hê kere, be hê hê hê
qani’Pen name be hey hey hey hey û sofî be hû hû hû hû hû