hawřêy xirap

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  3282 views
qele baçkeyek legeł bulbulê
bûn be dirawsê le baxçey gułê
ke wextê beyan tilo’ der’ekewt
bulbulî hejar îtir ne’esrewt
be awazî xoş be neẍmey ḧezîn
dar û dîwarî ehêna girîn
wek azîz mirdû leser peřey guł
seday çehçehey eyda le naw dił
her tawê dengê her sat meqamê
her katê şê’rê, herdem kelamê
muxteser bulbul be girye û zarî
pyawî sewq ekird bo bê qerarî
qele baçke zor pêy naxoş bû
le daxî bulbul daym bê hoş bû
eyut ey xwa bextim bo waye?
bo bûm be hawřêy em bê ḧeyaye?
eger bedbextî û bê şansî nebê
axo min le kwê û saz ney le kwê
xwa namewê, hêlaney naw guł
bew şerte nebim be hawdem bulbul
layq şe’nî min ger xuda bîda
kerê bitopê le qerax dêda
le beyn segelda kutê biřfênim
ta demim egrê bo xom biqřênim
bulbulîş eyut xway banî ser
mirdin xoştire le řefêqî ker
xozgem bew kesey bo xoy mirduwe
le hawřêtî ker necatî buwe
çen xoşe ke min neẍme bixiwênim
demarî xefet le dił derbênim
řefêqekeyşim ya xwêndewar bê
yaxo ’ewamê jîr û huşyar bê
êste em kerem çon bo têbgat
çon têy geyenim le edebyat?
çon têy geyenim ke edîb çake?
ke pyawî edîb xadim be xake
her be edîbe laçûnî miḧnet
her be edîbe hoşyarî mîllet
her qewmê qedrî edîbî zanî
egate meqsed zor be asanî
ger edîb nebê mîllet mirduwe
her bijî edîb, edîb zînduwe