wêney ser lê şêwawim

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  623 views
wêney ser lê şêwawim
pêşkeş be destey lawim
em wêne erçî pîre
be řawêj û be bîrh
řojê ebê, kurdistan
edeb bikřê be giran
yekê epirsê le dû
nazanin řengî çon bû
«qani’Pen name» şa’rî kone
xozge emzanî çone?!
wênem bo ew zemane
lik laberî diłane
wênem bepêy witare
be şi’rekana dyare
ke bê pare û hejarim
hejarî kurdewarim
boye bê şwên û bê cêm
perwerdey kuncî ladêm
her çîm zanî kem û zor
hemûm nûsî be sed cor
eger çak bû lelatan
pêşkeş be xak û patan
eger xerape latan
êwe bin û xwatan
’efu fermûn nuqsanim
lewe baştir nazanim