were qurban le seyrî cejnî qurban

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  669 views
were qurban le seyrî cejnî qurban
ke seyrî way nedîwe řûy dewran
le şewّalArabica witî pêm daykî mindał
muheya be le bo techîzî qurban
newek em cejnî řabirdûm beser bê
bekasey řeş legeł koşê minałan
bewełła sed ẍeram řonim ewê lêt
legeł miştê birincî bê diru û dan
çiłê pyaz û wêçê noke řeşke
dû sê dane hełûjey konî sałan
nełêy herzin heye bo nanî cejinit
kulêrey com ewê bo nanî dîwan
emane pêm witî neyxeyte pişt gwê
eger naykey eřomo bo merîwanLocation
witim xanim le řêy cwanî û leqay xot
’efû fermû biřo byanwî ferawan
ke min nawî melayî tewqî mil me
çi teklîfê ekey şêtî nadan?
eger min miqtidir řon û birinc bim
be qani’Pen name çon ebim meşhûrî dewran?
xulase hate ser çing, daykî mindał
le çawî bed bedûr bê dêwî meydan
tekanî da hełîgirt kilke bêłê
gehê zirme le serim û gahê naw şan
le zirmey lîs û qîje û bawke řoy min
hełpijan noker û begzade û xan
su’alyan kird çye em zirim û koye?
witim firya kewn ehlî musułman
ke ḧałî bûn leser espabî cejne
birinc û řonyan damê be îman
de cejnî wa xuda neyda be hîç kes
mubarek ba nebê ta xetmî dewran