pênc xiştekî leser şî’rî řeşîd sidqî

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  678 views
be kwêrî bimxene çołê ledeştî besre û fawa
weya koł kêşî załim bim le çołî wişk û bê awa
binałêm be dił tengî le jêr barî nebînrawa
ser û pê řût û birsî mil le ḧełqey asin û dawa
leser espî ecel biglêm le girme û gujmeyî tawa
çi serxoşim le em řence le jînî xomeda birdim
eger dîqqet le îşim key ezanî gyanfîday kurdim
gelê pêm xoşe em şerte le dił xoma ke wa kirdim
řefêqî bed ebed nakem le xakîşa ke min mirdim
ecel çakî girîbanim eger bigrê le nakawa
le řêy xak û wiłata xom efewtênim be memnûnî
ke min sozim le diłda bê çi muḧtacim be mecnûnî
were gwê řagre lem şê’re, dîqqet ke le mezmûnî
bifewtê ba nemênê laşekem biřwa be meḧzûnî
be lafawî cefa ser bixinkê ba le gêj awa
were ser seyrî çepgirdî zemane û gerdişî dewar
çi lazim min beyanî kem be wate ya wekû eş’ar
ne her carê biłêym sed car witûme û her ełêym naçar
zemane wa legeł dûn û legeł însanî keç řeftar
wekû şêrêkî xunxare legeł însanî damawa
leser espî xeyałatim eger biglêmewe emřo
beser gerdanî û şêtî eger bixulêmewe emřo
le zamî cergî piř xwênim eger bikulêmewe emřo
beçakî sînewe pêm xoşe min bitlêmewe emřo
newestim ba leber asanekey însanî napyawa
diłim řazî bikem başe be êş û nêşî xar û xes
le dinyada biřom derçim hetakû xwa ełê pêm bes
ledax em çerxe zordare ewa sûtam wekû qeqnes
serî xom hełgirim wek şêt îtir boçî minî bêkes
nesûtêm û nehařêm tozekem nedrê bedem awa
wekû derwêşî bê mesken leser nêm tacî řiswayî
îtir hîç gwê nedem qani’Pen name gedayî yaxo paşayî
def û keşkoł û kełpos, leser adabî şeydayî
le herd û deşt û kosarî binałênim be tenhayî
bezamî sînewe sidqîPerson le gêjî beḧrî xwênawa