hetakû řizîn

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  245 views
firmêskî çeşnî diłope awî kuławî betîn
ledway řoştinit beser řumetma hate xwar çînçîn
dił û derûnî piř le agirim zyatir coşî xward
henasekeşim kewa dête der bote agirîn
diłim twayewe lenaw xefeta cergim bû be xwên
nexoşîm nîye bełam le daxt kewtim bêtîn
xew û xorakim lê hełgîrawe, hoşim nemawe
çunke leber to jînim xoş ewê ey gyanî şîrîn
bextyarî û jînim be towe bende toyş ke zwîr bît
bew xwaye êsta ke to awehayt bêzarim le jîn
to qet diłřeqî pîşet nebuwe beramberî min
nazanim taze wat lêhatuwe bixeyte dił qîn
hezar ewende lêm zwîr bibît yaxud nemdiwênî
ewsa min bê to be pûş ezanim hemû serzemîn
ewsa to çaw û gyan û jînmî min herwek xom
to eperistim wek «bit» hetakû neman û řizîn