zamî kîwpîdî kwêr

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 2 minutes  291 views
diłim gułêkî şestipeřî ał bû
toz û gerdîşî lê nenîştibû
hergîz neyçeştibû kam tamey tał bû
be şewnim wa cwan pêgeyştibû
***
bełam ke katê «kîwpîd» lepiř
tîrekey hawîşt be baxî jîna
wekû nerîte lelay wa beguř
wek tołesêner le germey qîna
***
ber her gułê kewt řengî řengînî
gořa û sipî bû ew řengey nema
wekû lêw bebar řengî xemgînî
le sipêtî da le řûy ebînra
***
ew řenge sûrey cwanî kirdibû
hemû bû be xwên be pelkekana
giştî hate xwar cwanî beserçû
nasrawe řengî lenaw gułana
***
«kîwpîdî kwêr» çend sał lemewber
wekû nerîtye ke tîrî hawîşt
herçend xom lada û xom da penawper
çend pařamewe hîçî lêm nebîst
***
pêkamî ke çû bedest kutandin
tîrekey hełgirt takû bizanê
çendî pêkawe ta lêy nebê win
nizay taybetî leser bixiwênê
***
ke hat hełîgirt herdû dił tenya
yan biłêm dû guł pya hełwasran
peřey gełayan çûbûn be yeka
ke be tîrekey katêk simrabûn
***
ewîş her diłî min û şîrîn bû
ke katê weha bew tîre pêkiran
jînî wiçanî a lêman gişt çû
be tîrî kîwpîr birîndar kirayn
***
herdûkman ewsa beramber be yek
bo yek egiryayn waman bełên da
ke heta «řizîn» herdûkman wek yek
leser bełên bê û sikała bika
***
be sikaławe maweyek wa mayn
înca agirî xoşewîstîman
wa zyad bû heta herdûkman sûtayn
nawbangî derkird yek peristîman
***
înca becûte berew xway gułan
berew yezdanî gişt xoşewîstan
epařaynewe be soz herdûkman
bimankat be yek endam û gyan
***
bełê nizaman gîrabû herdû
bûyn be yek gułe şestipeř bêhawta
bexîlîyan ebird herçî guł bû
ke nizakeman weha bû gîra
***
êstaş ew zam û birînî tîre
goşte û zûn dênê û ekulêtewe
ew kesey pêkira îtir esîre
hetahetaye çak nabêtewe