em komare

sirûd
From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  253 views
em komare şîrîne
destikewt û mayey jîne
jînî em gele berze
ke řabûrdûy xwênîne
***
lebatî dar û perdû
ke em qełay pê berizbû
êsqan û xwên û gyanî
em mîlleteye hemû
***
be zebrî bazû û betîn
be şořşî agirîn
textî zordarî řûxa
êstake serbest ejîn
***
zincîr û kotî zordar
çewsanewey îsti’mar
legeł yasay çepełyan
řoştin wek befrekey par
***
îsti’mar towî biřa
nokeranî hełdiřa
yasay tazey cemhûrî
le cêgey ew danra
***
êsta mîllet serbeste
be dîmukirasîy meste
nawî serok kerîmman
kirdote wêrd û beste
***
bijîy xoşewîstî gişt
kerîmî penaga û pişt
ke daxî em mîlletey
be zordaranî gel řişt