berew serbestî

pêşkeşe bew xuşk û birayaney dijî koneperistî ecengin
From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  456 views
kiç û kuř xuşk û bira ba têkoşîn
awî azadî binoşîn
koneperistan bifroşîn
be çał û goř gişt binêyne goř
kuř:
were xuşkim legeł xuşkan
ba hemûman şan beyne şan
têbkoşîn be dił û be gyan
bê cyawazî be şanazî
kiç :
biram êmeş, gişt afretîn
ke gişt hewłmane bo maftan
dayîm ebîne pał û piştitan
bebê westan mawey jyan
kuř:
koneperist û gişt yasay
eqłe bêfeřekey ewsay
gişt pêy ełêyn wa to tasay
êmey betîn to ekujîn
kiç :
îtir pyawan û afretan
şanbeşan takû dwazeman
xebat eken xuşk û bira
bo azadîy řojî şadî
kuř:
ba dest bigrîn be serbestî
têbkoşîn be bê sistî
bo fewtî koneperistî
bûyne yek çîn tê’ekoşîn
kiç :
tê’ekoşîn û nabezîn
berew řûy azadî eçîn
kiç û kuř wekû yek ejîn
be têkřayî bê cyayî