řojêk ebê

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  282 views
kurdistanê ke yek parçe burkan bê řûbeřûy dujmin
dar û berdî xwênawî bê be hîy baw û bapîrî to û min
şax û gird û deştekanî řengî xwênyan bwardibê
le cyatî baranî siruşt xwênî şehîdyan xwardibê
ke leřêy serbestîy ewa řijênrawe bê siłkirdin
bê tirs le jyan gyan û bê tirsan le wişey mirdin
řengî sûrî xwênînî geş diruşmî tołey kurd bê
le hełmetya berew dujmin netirs, nebez çeşnî kurd bê
řojêk ebê lepiř hełçê ew lafawî xwêne sûre
şepol bidat, dujmin derkat, heres bênê bew sinûre
. . . . . . . . . .Missing
be kwêrayîy împiryalîst ałay azadî hełbikat
çunke gelê ke jyanî her xebat bê qet namrê
ebê řojêk bêbakane çarenûsî xoy wergirê