peymanî diro

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  396 views
ewende çaweřwanim kird
diłim le tawa lexoy burd
awî çaw û ejnom dahat
waqî wiřim gêjim ekat
hemîşe řûy nazenînit
nîgarî cwan û şîrînit
wan leber çawim hemû sat
çawî geşt seyrim ekat
teqeyek bê tund yan kemê
diłim lepiř řa’eçłekê
yan her kes le dergawe bê
min boy heł’esme ser pê
wa ezanim toy neşmîlî
toy awatî diłey dîlî
ke dête pêş to nît, gyanim
eçête yaney peymanim
ełê kwanê bo dyar nîye?
min be tenyam çarim çîye
peyman ełê witî be min
ger bête řêm kosp û mirdin
ew kate yem dwa nakewm
çunke bebê to nasrewm
keçî peymanî diro bû
nehat ewa kat beser çû