yadî kîjołeyek

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 2 minutes  354 views
leser zarî kîjêk gutrawe ke cewrî koneperistî le çwardîwara bendî kirduwe leser eweşewe xoşewîstekey le bendîxanedaye û mawey ewey nîye ke bîbînêt yan serî lê bidat.
«şew direnge bełam ew herçend lecyê nûstina bê û byewê bixewê be xewîş nustaqałê xew nabînê»
gyane wa katî dway nîweşewe
hemû kes êsta firmanyan xewe
minîş wa kewtûm leser cêy nûstin
kewtûme deryay xeyałî bê bin
seyrî çwardewrim ekem dîware
lecêy estêrey asmanim dare
darî binmîçî ew jûrey kewa
tyaya eçêjim azar û siza
êstaş le dûrît diłim nasrewê
xew be tusqałîş le çaw nakewê
pîşey hemîşey çawanim herdû
yenête yadim řojanî pêşû
tarmayî şêwey to eda bedił
diłîş ke bote yek parçe sikił
giř ber edate henaw û cergim
azar û yadit ebête bergim
ew bergey kewa dayîm eypoşim
yan ew azarey gişt kat eynoşim
be yadî towe yadî řaburdû
her şwênê tûş bim xêra le pewrû
xomî lê exem be wêney mirdû
tamî yekcarî katekanî zû
edat le diłim emjênêtewe
ew hełwêstanem bîr dênêtewe
ew hełwêstaney ke bote mêjûm
bote yadî jînî ledest çûm
hetakû mirdin min her pêy mestim
her wêłî yadim, bê hoş û mestim
şêwey to wêney gilêney çawim
pêwîstî jînme cerg û henawim
her ke to win bûyt min wa berbadim
hemîşe nuqmî deryay piř yadim