gułî azadî

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  397 views
awî baranî xezan wişk bû
gułî azadî bêjmar derçû
yekêk lewane azadîy kurd bû
bonî serbestî bo cîhan eçû
bełam yekêkî pîsî çewaşû
gułekey biçřî bê şerim û abřû
firoştî herçend şerefî xoy bû
bełam laskekey serleno hełçû
legeł gułałey payîz sewz bû
êsta xerîke wek carî pêşû
guł bigrêtewe sûr û pişkitû
bo xełk derxat ke wişk nebû
bełkû ew dewre hemûy beserçû
nawî lê nira katî řaburdû
gułî azadî hîç kat namrêt ..
çen lêy bibřêt dête berhem zû