ey kurdîne

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 2 minutes  1347 views
menelucbêjî benawbang mamosta «’ezîz ’elîPerson» beşêwey neşîd «sirûd» le îstigewe wituyetî le dewrî pêşûy çepeła, qedeẍey ewe kira ke le îstigewe lê bidrê.
ey kurdîne, ey merdîne
ba dest le naw dest keyn hemû
bo berzêtîy xakî weten
bo yekêtî biçîn hemû
kurdîn hemû, bijîn hemû
ejdadman şêrî zeman
ḧuřiř bûn bo serbestîy jyan
ta kurd le ’alem derkewê
nawî ebê her serkewê
bo berzêtî qet nanewê
ey netewey neřeşêran
yekêtîy ewê nîştiman
pêwîste leşman nesrewê
ta amanciman dest ekewê
çunke yek nîştimanman ewê
bo yekêtî biçîn hemû
kurdîn hemû
nûstin bese çaw hełhênin
darî yekêtî biřwênin
ta cwan ebêt û dête ber
bo hemûman eka sêber
bew sêbere eçîne ser
bo yekêtî biçîn hemû
ta dwa katman nabezîn
lepênawî gela eřzîn
ta dwa tinokî xwênman
mał û minał û gyanman
gişt bext ekeyn bo nîştiman
bo yekêtî biçîn hemû
kurdîn hemû, bijîn hemû