ey felek boçî

behoy karesate cergibřekey silêmanîyewe
From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 3 minutes  660 views
demew çêştitengaw ledway beyanî
embîst eyanut erê nazanî
dwênê le bakûr lafaw hełsawe
şarî silêmanîLocation tewaw têk dawe
bo her kwê eçûm hera biław bû
her silêmanî basî lenaw bû
egeyştime herkes pêm ewt bira
çîye ew base wa bote hera
eyut: nazanî şarî kurdekan
kiřêwe û terze kirdûye wêran
ełên çendeha kes lêy xinkawe
be deha xanûy têda řûxawe
ke bîstim wekû cergim bête xwar
xoşî û pêkenîn lêm gořan be zar
em care berew şarî silêmanî
kewtime sikała bedił penhanî
witim: to cêgay berzî kurdanî
to biłêy řast bê ełên wêranî
caran hemîşe le xew û xwardin
le xoşî û şadî, qise û řabwardin
axim ekêşa emut dû sałe
silêmanîm nedî û cergim zûxałe
axo êstake řazabêtewe
wekû gułałe nexşabêtewe
keçî bo mijdey henawî bûryan
em hewałem bîst kirdimî perêşan
kewa be cûte felek û zeman
be destî pîsyan cergimyan hełqiřçan
koşkî xeyałyan tewaw řûxandim
şadî û xendeyan le lêw fiřandim
ey felek çerixt tefrutûna bê
wek dom şîtałit bo řeşeba bê
wek swałker daym serkiz û mat bî
birsî û řenceřo lawaz û lat bî
ew text û bextey ke şanazîte
hoy sema û bezim û řimanbazîte
hełweşê wekû kurtanî decal
her řojey kerêk bîkate cewał
ew pêçkey kewa sûřit pê eda
berew wiłat û gelanit eba
parepare bêt çeperekanî
bo ewey tewawneka suřdanî
pêm biłê erê kafrî bêfeř
wekû pişîley serangiwîlk geř
çon silêmanît kird be nîşane
pilarit tê girt bêbezeyîyane
her wekû gurgî birsîy nawzeben
demî giławit le kurdistan jen
lem serzemîne şareza nebûy?
wa berew şarî silêmanî çûy?
hey bêfeř tozê řeḧimit bibwaye
karesatî wat tya nekirdaye
ew gişt minałe bermemkanane
ew kîj û kiçe xet û xałane
ew genc û pyaw mirov û jine
ew hemû řołe û korpe xirpine
kê tawankare kê weha emrê?
bêfeř kê gunahî ewan heł’egrê?
hey diłřeqî pîs gułî piř le qîn
bo cîhan bûyte çełeme û nałîn
nayełît yekê tozê bixewê
řê nadey gelê tozî serkewê
petekey destit hey bêbarî pîs
lûl exwa wêney ełeqey gurîs
bo ewe gelan bixeyte sema
katêkit zanî tozqałit nema
lê yişt dyar bê hetakû êsta
kes neytiwanîwe mafî kurd bixiwa
herçon bê çawit be zor derdênîn
ger biřwaş nakey dwayî eybînîn
bełênim dawe û wa pêt ebêjim
dwatnokî xwênim bo kurd eřêjim
nek min betenya mîlyonan wek min
xo bextikerin ta katî mirdin
ca xakit be ser bo wat le xot kird
toyş û mam řêwî ew bawketan mird
kewa beramber gelî kurdewar
hejgî kilkitan bikêłê kosar