wesyet

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 2 minutes  493 views
katî koçme were serînim
çunke toy taqeguł nazenînim
pêş ewey bimirim be namradî
tuxwa gyanekem tewaw ke şînim
bimlawênewe be awazey dił
hełřêje girye û derdî pêşînim
be pirçî cwanit baweşênim ke
pêş ewey derçê řoḧî şîrînim
wesyet bê gyane ke řoḧim derçû
birdimyane yaney çołî dêrînim
were ser gořim her řojî carê
danîşe lelay kêlî jûrînim
her kesê řabûrd pirsyarî lêt kird
biłê bo xawen yaney bêtînim
binûse leser kêlî jûrserim
mełê hîç nîye bo dest nûsînim
firmêskî çawit bike be destinûs
binûse bo gel lenaw çû jînim
çunke lêm dûre nîştimanekem
demêke şêwey hozim nabînim
ca leber dûrîy gelî kurdewar
wa goř buwetecêgay nermînim
hetakû ebim be xołî wirde
her bo řołey kurd nabřê nałînim
înca gyanekem toş wekû min be
qet nełêy bo to wa matemînim
nîştiman û gel .. byanperiste
biłê bo dujmin enêrim qînim
xoşewîstî yekem bo nîştimane
hetakû katê leş eřzênim
xom bext ekem bo hoz û gelim
ew kate mafî diłdar esênim