pîşey hemîşem

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 2 minutes  408 views
şewgar gîv exom wek marî zamdar
derde û gêjmeda til exom carcar
ser leser serîn nagrêt qerar
her bo serzewî ber’ebête xwar
nałîn û derd û firmêsk û hawar
ax û of û řo bezorî teẍar
emxene pêstî mirdûy der le şar
zûxaw be lêwma tiktik dête xwar
bo ser cêy nûstin řeş wek qîrî tar
komełe ebêt be diłop hezar
minîş bebê hoş bêhêz derdedar
leser zuxaw xoł û berd û dar
til edem řoḧim nawê beyekcar
her xwaxwame zû biřwat şewgar
řoj zû derkewêt be tîşkî nazdar
bełam ke katê řoj hate dîdar
hemdîsan oqrem nîye wekû mar
herdem bo cêyek eřom bê hoşyar
xoyşim nazanim eçim bo kam dyar
yan çi cêgayek ekem be hewar
hemdîs xwaxwame řuj bika fîrar
tarîkîy şew bê ta bigirim kenar
biḧewênmewe leşî bê tîmar
til edem bo gişt layek çewt û lar
heta beyanî diłteng û ẍembar
her hawar ekem ełêm kirdigar
îtir bes nebê eşkence û ceẍar?
hetakey dûr bim le wiłat û yar?
bo ewan wexte bibim be bałdar
şêwaw, řengizerd, bêhêz û bîmar
xoşîy nabînim dûrim le bextyar
diłteng û zwîr mat û bê kirdar
yan nizîkim ke yan mirdin sed car
yaxud bimkuje bebê qîn û qar
weyan bibîse nizûley diłdar
sikałay ẍerîb, derbeder, hejar
çunke wa şêt bûm bo naw kurdewar
bo dîdarî leyl bira û kesukar
îtir besêtî felekî xedar
lewe zyatir memderê azar