giftugoy kurd û kurdistan

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 3 minutes  446 views
kurd:
ho daykî berz û awatî gyanim
daykî şêranî êsta û caranim
daykî diłsozî bawik û bapîrim
hêzî sepan û řenicber û mîrim
nûrî bînayî û hêzî ejnoman
kizey ciger û diłey piř sozman
tuxwa bo weha řeş û şînpoşî
bo wa xefet û giryan enoşî
aya çî buwe çît lê qomawe
bo wa yekcarî řengit gořawe
ême hetakû dwatozî leşman
êsk û pirûsk û çaw û kelleşman
xwênî naw leş û şîrînî gyanman
lezzetî dinya û mał û minałman
le pênawta bexte ta mawîn
bo serbestîy to weha damawîn
ca to û firmêskî wekû baranit
to û mergî korpe koçkirdiwekanit
bo wa hemîşe melûl û pestî
çî wa diłî toy xiste şiksitî
kurdistan:
řołe mepirse boçî şînpoşim
yan bo hemîşe azar enoşim
hemûy bo toye řołey şîrînim
weha becarê nemawe tînim
le katî gencîm řołey şêrim bû
dujmintirsên û deng dilêrim bû
tirs û lerzînyan le řeşaş nebû
çawyan le pare û le şabaş nebû
le herkes tozê bûmaye diłgîr
letletyan ekird bewêney hencîr
lepênawma ta dwa cûłeyan
bo xo û afret û korpe û řołeyan
xoyan bext kird bê diro û pestî
boyan exwastim řojî serbestî
minîş ta mirdin her wan le yadim
mêjûy ewane ke pêy diłşadim
bełam ey řołe bêyne ser êsta
pîr û lêkewte û hîç hêzim nema
çunke seyr ekem wa řołey xome
min bo berzîy ew nałîn û řome
keçî be dizî leçkê le desmał
ya çî dest kewê le şitî nawmał
eçê eyfiroşê be bêganekan
bo gilandinî parûy çewr û nan
bełam ewane dujminperistin
be çiłkawxorîy dermałan mestin
minîş nefretim gişt lê kirdûn
wehay da’enêm kewa mirdûn
be kilkeleqê hemû serxoşin
cige le dizîş ziman efroşin
ełên key ême kurdiman nasîwe?
mêzer û kiłaş ?! qet nemandîwe
êstakeş kewa her enałênim
cêpê leqekey ewan ebînim
bełam ey řołe êweş wekû min
ewane bixene řîzekey dujmin
awatî gyanim êwen ke mawin
êwen ke bo min gilêney çawin
hewł ben kewa serbest û şad bin
wek şêrî bêşe aza û azad bin
xołemêşî naw agirdanetan
megořnewe be bastirmey řan
kurd
daye gyan witet wek nexşî berde
bełam bo weha axt piř derde...?
ewey ke eyłêyt, hîç xemit nebê
yekem nêçîrî şořşiman ebê
çunke her wekû swêndiman bo xwardî
heta negeyne řojî azadî
çawman wenewzî nakewête ser
her ebê dujmin derpeřête der
kurdistan
temendirêj bin bo dayk hoztan
bibûjênnewe yaney pîroztan
her çaweřwanim çawim hełhênim
êwe le dewrim azad bibînim
minîş serlenwê ebmewe be cwan
eçmewe doxî carekey caran
ke bînîm êwe xendey bextyarî
bo min ehênin be yadgarî
legeł gozełe xwênî azadî
ke yadgare bo mêjûy madî