duşminî ’aqił û dostî bê ’eqił

ḧîkayetêkî xoş
From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 2 minutes  315 views
pyawêk bû saḧêbî baẍewar û qesrêkî cwan
piř le lale û seru û gułnaz û binefşe û erẍewan
herçî mîweyê dił tesewur ka hebû lem baẍeda
fîh matpithî alanfis ’înî lukzarî cînanArabic
ta biłêy pyawêkî eḧmeq û sefîh û bêxêr
bê dîrayet, bê firaye û firumaye û nezan
hîç řefîqêkî nebû wirçê nebê bo hawdemî
mîweyî zorî edaye goşt û çêşt û aw û nan
řoj û şew kabra legeł em bê cyabûnewe
řaydebward ’eynen wekû dostî řêk û mîhreban
marêkîş bû duşminî em pyawe ẍayet piř fîkir
wextî nûstin gelî şew qesrî ekird bo pêwedan
eçuwe nîzîkî û eygut çake min pêwey nedem
nek ke min cułamewe kabra wekû şêrî jyan
řapeřê bom dest bidate dar û kiçk û gił mitik
qebzî erwaḧim biken kabra û wirçî darewan
çak wehaye řabwestim bełkû xafił bê le xoy
înca ewsa bîkujim řakem bebê xof û zyan
řojê kabra nustibû wirçîş emîndarî ekird
mêş le kabra nîştibû wirçîş lebo def’î ewan
berdêkî hêna ke batmanê serî şayn ebû
naye ser tewqî serî bo defi’ û meḧwî mêşekan
day beserî tepłî serîda mêş becarê hełfiřî
kelley pankirdewe mêşkî be yekdef’e pijan
duşminî ’aqił le dostî ker gelê lam çatre
em be cehil îşe eka ew be fîkir û întîḧan
qet legeł bê ’eqił cahîl ey «’elîPen name» hawřê mebe
ba dûsed def’e bequrbanit bika řoḧ û gyan