hendê řewştî mirov

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  328 views
pyawî zorbiłê û jinî girînok
hîç û bêkełkin wek gełay pîşok
melay hîç nezan kwêxay çenebaz
zyanî geln wek mîwey qirpok
dirawsêy diłsoz gelê baştire
le xizmî xirap le biray nakok
ewey ke fêrî kirdewey swałe
awî řûy etkê řojî sed tinok
umêdî çakî qet lê nakirê
mirovî xwêřî û nefam û geřok
ger agadarî řewştî nebin
xoy edořênê jinî çawçinok
ewey her řojey řengêkî heye
xoy bênerx eka wek dezûy qirçok
ew yarey kewa nerxim ezanî
be fîday řûy bê bełxe û ḧemamok